Îran dixwaze balafira şer a Rûs Sûkhoî bikire
Rejîma Îranê ji bo nûjenkirina hêzên xwe yên hewayî dixwaze balafira şer a bi tîpa Sûkhoî Sû-30 ji Rûsyayê bikire.
Rejîma Îranê ji bo nûjenkirina hêzên xwe yên hewayî dixwaze balafira şer a bi tîpa Sûkhoî Sû-30 ji Rûsyayê bikire.
Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnîmê, Wezîrê Parastinê yê Îranê Huseyîn Dehgan got, "Kirîna van balafirên şer di rojeva Wezareta Parastinê de ye."
Wezîr diyar kir, divê destekeke teknolojîk û razemeniyeke hevpar jî li balafirên şer ên ji Rûsyayê bên kirîn, werin kirin.
Karekî bi vî rengî, bi erêkirina Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dibe.
Wezîrê Parastinê yê Îranê careke din ragihand, ku ji bo operasyonên li Sûriyeyê dikare destûrê bidin Rûsyayê ji bo baregeheke leşkerî ya li Îranê bi kar bîne.
Rêveberiya Tehranê di meha Tebaxê de destûr dabû Rûsyayê ku baregeheke leşkerî ya li rojavayê Îranê ji bo balafirên xwe yên şer bi kar bîne. DYA û hin parlamenterên Îranî jî ev hewldan rexne kiribûn.