Fîdel Castro jiyana xwe ji dest da
Serokê Kubayê Fîdel Castro di 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Serokê Kubayê Fîdel Castro di 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Serokê Dewleta Kubayê Raûl Castro Rûz beriya merasîma ku wê bê lidarxistin agahî parve kirin. Raûl Castro diyar kir ku li ser daxwaza Fîdel wê cenazeyê wî bê şewitandin û îro wê bişînin krematoryûmê, ev gotin: “Îro, 25’ê Mijdarê saet 22.29’an, serfermandarê Şoreşa Kubayê Fîdel Castro Rûz jiyana xwe ji dest da. Hevrê Fîdel, li gor îradeya wî wê were şewitandin. 26’ê Îlonê roja Şemiyê danê sibehê wê ji hêla komîteya me ya organîzasyona cenazeyê agahiyên berfireh bên dayîn. Heta serkeftinê, her tim!”
Castro di axaftina xwe ya dawî de ev gotibûn: “Demek nêz ez ê bibin 90 salî. Demek nêz ez ê jî wek lîderên din biçim. Helbet, wê dema me hebûyan bê. Lê, wê îdeal, baweriyên komunîstên Kubayî ji bo tevahî cîhanê, mirovahiyê her tim sûdê bide. Divê em ji bo van îdealan şerê xwe bidomînin.”
‘TIŞTÊ HERÎ GIRÎNG, AŞTÎ YE’
Fîdel Castro ji bo kesên ku temenê wî yê 90’î pîroz kirin, spasiyên xwe ragihandibû.
Di nameya xwe de bi bîr xist ku zarokatiya wî li Bîran a Rojhilatê Kubayê bihuriye, behs kiribû ku madenên li vir bi talîmata Papatiyê ji hêla xwediyan hatibûn mêtin.
Castro di dawiya nameya xwe de gotibû, “Tiştê herî girîng ê li gerstêrka me parastina aştiyê ye.”
CASTRO KÎ YE?
Fîdel Alejandro Castro Rûz, 13’ê Tebaxa 1926’an hatiye dinê. Lîderê Şoreşa Kubayê, salên 1959-76’an serokwezîrtiya Kubayê, salên 1976-2008’an jî wezîfeya serokdewletiya Kubayê pêk anî. Salên 1961-2011’an jî erka Sekretertiya Yekemîn a Partiya Komunîst a Kubayê kir. Li qada navneteweyî jî salên 1979-1983’yan û 2006-2008’an Sekretertiya Giştî ya Tevgera Bêblokê kir. Castro, sala 2008’an wezîfeya serokdewletiyê dewrî birayê xwe kir.
Fîdel Castro di beşa destpêkê ya pirtûka xwe ya Serkeftina Stratejîk de wiha dibêje, “Hê ji ser mezûnbûna min 3 sal derbas nebibû, min bi hevrêyên xwe yên ku îdealên min parve dikin, êrîşî navenda leşkerî ya 2’yemîn girîng a welêt kir. Ev, ji bo komara adil a ku lehengê me yê serxwebûna tam û neteweyî Josê Martî xeyala wê dikir, dihat wateya jinûve destpêkirina serhildana çekdarî.”
Castro beriya şoreşê cezayê 15 salan ê hepsê lê hatibû birîn, lê piştî salekê bi efûyek giştî hat berdan. Castro ji fikrên xwe yên şoreşê berneda û çû Meksîkayê.
Castro yê ku li vir jinûve dest bi rêxistinbûyinê kir, ji şoreşgerên efsûnewî Che Guevera nas kir û bûn hevrê. Castro yê ku bi demê re desteka gel girt, 1’ê Çileya 1959’an rejîma Flugencio Batista hilweşand û bû lîderê Kubayê. Batîsta, payiza 1958’an nikarîbû xwe li ber êrîşa hêzên şoreşger bigre û hilweşiya û 1’ê Çileya 1959’an tevî malbata xwe reviya Komara Domînîkê. Piştre sirgûnî Giravên Madîra ya girêdayî Portekîzê, ji wir jî şandin Estorîlê ya li nêzî Lîzbonê. Li Gûadalmîna ya li nêzî Marbellayê ya Spanyayê, 6’ê Tebaxa 1973’yan bi krîza dil mir.
AMBARGOYA DYA
Fîdel, reforma çandiniyê kir û wisa jî ambargoya DYA’yê dest pê kir. Kgba ya ku beşek mezin a bazirganiya xwe ji tucareya şekir bi dest tanî, berhemên xwe firot Yekîtiya Sovyetan ku aktorekî din ê girîng ê demê bû. DYA ji bo Fîdel ji desthilatdariyê bîne xwar, ji milê deryayî Kuba dorpêç kir, li Kendava Berazan dest bi êrîşê kir. Ev bûye, hema dikra mabeyna DYA û Sovyet Rûsya de bibûya sedema şerekî nukleerî.
CIA, bi sedan caran hewl daye li dijî Fîdel sûîqestê bike, lê ti carî bi ser neketin.
CIVAKA BI TENDURIST…
Kuba di heman demê ji hêla sîstema tenduristiyê de jî ew welat e ku li cîhanê xebatên herî girîng pêk tîne.
Ev serkeftinên Kubayê ji hêla Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî hatiye tescîlkirin.
Ku gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), Kuba, bi temenê mirovan ê 77 salî ve yek ji ew gelan e ku xwe bendewariya temenê herî dirêj ê cîhanê ne. Li welêt rêjeya mirina zarokan gelekî kêm e.