Li Fransayê gumanbarên plana ‘êrîşa mezin’ hatin girtin
Hat ragihandin ku 5 gumanbarên ku bi îdîya wê 1’ê Kanûnê bi talîmata çeteyên DAÎŞ’ê li Fransayê qetîamek mezin li dar bixistana hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Hat ragihandin ku 5 gumanbarên ku bi îdîya wê 1’ê Kanûnê bi talîmata çeteyên DAÎŞ’ê li Fransayê qetîamek mezin li dar bixistana hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
5 kesên ku hefteya bihurî li bajarên Strasboûrg û Marsîlya hatibûn binçavkirin, derketibû holê ku êrîşek mezin plan dikin. Li Strasboûrgê di lêgerîna mala yekî de jî çek û teqemenî hatibûn dîtin.
Dozgerê Komarê yê Parîsê Françoîs Molîns ku lêpirsînê dimeşîne, dabû xuyakirin ku çeteyên ku bi armanca lidarxistina êrîşê rêxistina sûcê saz kirine, xwedî planek êrîşê ne ku ji Sûriyeyê tê birêvebirin.
Di daxuyaniya dozgeriyê de hat gotin ku gumanbar hatine girtin.