Li galaksiyê komeke nû ya stêrkan hate dîtin

Tîmek ji astronotên navneteweyî, li navenda galaksiyê komeke nû ya stêrkan dîtin.

Lêkolîna li ser vê koma stêrkan ji aliyê Dr. Rîcardo Schîavon ê ji Zanîngeha John Moore ya Lîverpoolê ve hate meşandin.

Ev vedîtin wê kokên komên stêrkên global ku di destpêka dîroka galaksiyê de ava bûne, ronî bike. Di nava komên stêrkan ên mîna peykê li dora navenda galaksiyê digerin, ji sed hezarî heta mîlyonekê stêrk hene.

Hat ragihandin, ku di navenda galaksiyê de komeke nû ya stêrkan hatiye tespîtkirin. Zanyar bi hêvî ne ku ev koma nû ya stêrkan ji bo eşkerekirina sira avabûna galaksiyan bibe alîkar.

Di nava koma nû ya stêrkan de pêkhateyeke kîmyewî ya ne ji rêzê hate tespîtkirin. Hat gotin, di nava vê pêkhateyê de rêjeyeke dewlemend a azotê heye.

Lêkolîner Rîcardo Schîavon da xuyakirin, ku ev vedîtin gelekî hêja ye û got, "Hem wê bibe sedem ku em bi rengekî cuda li cureyên stêrkên li herêmên navîn ên galaksiyê binêrin, hem jî ji bo fêhmkirina şêweyê avabûna galaksiyê, bibe alîkar." Schîavon destnîşan kir, ku ev yek wê di heman demê de bibe alîkar ji bo ew şêweyê avabûna galaksiyên din jî fêhm bikin.