WWF: Rêyên nû yên li Asyayê gefê li pilingan dixwin
Hat ragihandin, pilingên li parzemîna Asyayê ku di sedsala dawî de hejmara wan ji 100 hezarî daket 4 hezarî, dibe ku di salên pêş de bi temamî tine bibin.
Hat ragihandin, pilingên li parzemîna Asyayê ku di sedsala dawî de hejmara wan ji 100 hezarî daket 4 hezarî, dibe ku di salên pêş de bi temamî tine bibin.
Li gorî rapora dawî ya Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF), hejmara pilingên li 12 welatên Asyayê û li herêma Sîbîrya ya Rûsyayê dijîn, daketiye 4 hezarî.
Li gorî WWF, ji ber rêyên bejahî û hesinî ku tê plankirin bi 11 hezar kîlometreyî li welatên Asyayê bên çêkirin, qada jiyanê ya van pilingan kêm bibe. Ev yek jî dibe xeterî li ser pilingên mayî, ku dikarin tine bibin.
Di raporê de hat ragihandin, rêyên nû werin çêkirin wê qada jiyana xwezayî kêm bikin û pilingan îzole bikin.
Li gorî WWF, hejmara pilingên li 12 welatên Asyayê û Sîbîryayê, di destpêka sedsala 20'an de bi qasî 100 hezar bû.