Google wê di demeke nêz de ji livandina lêvên mirovan fêhm bike!

DeepMînd ku şîrketek ser bi Google ye, bernameyeke kompûterê ya dikare ji livandina lêvên mirovan fêhm bike, çêkir. Fikar hene ku ev bername ji bo şopandinê were bikaranîn.

Li gorî malpera bi navê The Verge, şîrketa Deep Mînd a Îngilîz ku di qada mejiyê çêkirî de bûye pispor û ji aliyê Google ve hate kirîn, bernameyeke dikare ji livandina lêvên mirovan fêhm bike, ava kir.

Lêkolîneran, ji bo xwegihandina persformansa teknolojîk, bi hezaran bernameyên televîzyonê yên BBC ên ji hezaran saatî bi kar anîn. Di encamê de tevneke noron a çêkirî ku dikare ji sedî 50 ê peyvên bi zelalî hatine nîşandan, fêhm dike. Mirovekî perwerdekirî ancax dikare ji sedî 12.4 ê van peyvên bi livandina lêvê tên nîşandan, fêhm bike.

Hin mirov bi fikar in ku bernameya fêhmkirina ji livandina lêvên mirovan, ji bo çavdêriyê bi kar bînin.