Ji ber hewa gemarî di sala 2013'an de li Ewropayê 467 hezar kes mirin

Li gorî daneyên Ajansa Hawirdorê ya Ewropayê (EEA), hewa gemarî rê li ber gelek nexweşiyan vedike û her sal ji ber van nexweşiyan bi qasî 500 hezar kes dimirin.

Li gorî daneyan, li Yekîtiya Ewropayê (YE) ku nifûsa xwe 510 mîlyon e, hewa gemarî bandoreke neyînî li rêjeya ji sedî 85 a nifûsa vê herêmê dike.

Li gorî daneyên EEA, di sala 2013'an de ji ber nexweşiyên vê yekê, 430 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Tevî mirovên li 13 welatên ne endamên Yekîtiya Ewropayê, ev hejmar gihîşt 467 hezar kesî.

Dûxana ji wesayîtan derdikeve, weke sedema sereke ya gemarîbûna hewayê tê nîşandan. Hat ragihandin, ev rewş bi taybetî bandorê li bajarên mezin û cihên nezî rêyên bejahî dike.

Ji bo kêmkirina qirêjiya hewayê ya li Yekîtiya Ewropayê, Parlamenta Ewropayê roja Çarşemê pîvanên nû destnîşan kiribû.