Ji bo li Pensîlvanyayê deng ji nû ve bên jimartin serlêdan hate kirin

Ji ber îdîayên li ser hilbijartinên DYA, serlêdanên ji bo ji nû ve jimartina dengan hatin kirin. Di vê çarçoveyê de tevî eyaleta Wîsconsînê, ji bo ji nû ve jimartina dengên li Pensîlvanya û Mîchîganê serlêdan hate kirin.

Namzetê serokatiya DYA, Jîll Steîn, piştî Wîsconsînê li dijî encamên Pensîlvanyayê jî serlêdan kir. Serlêdana Steîn a ji bo ji nû ve jimartina dengên li eyaletê, pêşkêşî Komîsyona Hilbijartinê ya Eyaletê hate kirin.

Steîn da zanîn, ji bo li eyaleta Mîchîganê jî deng ji nû ve werin jimartin, hewldanên wî dewam dikin û wê sibe serlêdanê bike.

Jîll Steîn da xuyakirin, ku di çarçoveya kampanya berhevkirina pereyê ji bo ji nû ve jimartina dengên li 3 eyaletan, heta niha 6,2 mîlyon dolar hatine berhevkirin.

Ji nû ve jimartina dengên li eyaleta Wîsconsînê wê roja Pêncşemê dest pê bike. Li eyaleta Mîncîganê jî, di encama jimartina dengan a 3 hefteyan de, hatibû ragihandin ku Trûmp tenê bi 10 hezar 700 dengên zêde qezenç kiriye.

Steîn ku di hilbijartinên DYA de namzetê Keskan bû, daxuyaniyên pisporan ku digotin 'dibe ku encamên hilbijartinên li eyaletên Wîsconsîn, Pensîlvanya û Mîchîganê ji bo Trûmp hatine guhertin', hincet nîşan da û ji bo ji nû ve jimartina dengan, kampanya da destpêkirin.

Di hilbijartinên serokatiya DYA de ku bi giştî 538 endamên hilbijêr hene, Trûmp 306 û Clînton 232 delege bi dest xistin. Li Wîsconsînê 10, lli Mînchîganê 16 û li Pensîlvanyayê jî 20 endamên hilbijêr hene. Eger li van hemû eyaletan Hîllary Clînton bi ser bikeve, wê Trûmp nikaribe were hilbijartin.