Partiya Çep a Swêdê, bi rêya pêşnûme pirseke nivîskî, binpêkirina mafên mirovan li Kurdistan û Tirkiyeyê xist rojeva parlamentê û ji hikûmeta Swêdê xwest, ji bo berdana HDP'yiyan, betalkirina peymana penaberan a navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê û sekinandina danûstandinên endametiya Tirkiyeyê bikeve nava hewldanan.
Parlamenter û berdevkê polîtîka derve ya partiyê Hans Lînde pêşnûme pirs radestî parlamentê kir û da zanîn, ku Tirkiye ya bi serkêşiya rêveberiya Erdogan ber bi rêyeke şaş ve diçe û piştî hewldana darbeyê ya havînê, pêşî li azadî û mafên demokratîk hatiye girtin.
Lînde li ser binpêkirina mafên mirovan ên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hejmar eşkere kir û bi vî rengî bal kişande ser êrîşên li dijî medyayê, HDP û şaredariyên Kurdan:
"Li 35 bajaran şaredar ji wezîfeyê hatin kirin û hin jê jî hatin girtin. Piraniya van HDP'yî û şaredarên ji partiya xwişka HDP'ê ne. Di êvara 4'ê Mijdarê de polîsan li bajarên cuda yên welêt 12 parlamenter binçav kirin. Di nava van de Hevserokên partiyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî hene. Ji ber binçavkirinê, înternet hate birîn. Medya civakî li tevahiya welêt hate girtin.
Piştî girtina parlamenteran her wiha 441 HDP'yî hatin binçavkirin. Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, 2 hezar ji 6 hezar endamên partiyê yên hatibûn binçavkirin, hatin girtin."
Lînde bibîr xist, ku wî di navbera 9-11'ê Mijdarê de Amed ziyaret kiriye û çavdêriyên xwe ragihand. Lînde destnîşan kir, ku HDP û gelê Kurd bi biryar in li dijî rejîma AKP'ê têbikoşin, lê pêwîstiya wan bi alîkariya cîhana derve heye. Lînde ji Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom pirsî, ku ji bo serbestberdana HDP'yiyan, betalkirina peymana penaberan a navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê û sekinandina danûstandinên li ser endametiya Tirkiyeyê, wê vê mijarê bixe rojeva Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî, yan na?
Ev pêşnûme pirsa Partiya Çep wê di destpêka meha Kanûnê de li parlamentê bê nîqaşkirin.