Namzetê Serokkomariya Fransayê yê partiyên rastgir îro diyar dibe
Ji bo diyarkirina namzetê hevpar ê partiyên rastgir ji bo hilbijartinên Serokkomariyê Fransayê, îro tûra duyemîn a pêşhilbijartinê tê kirin.
Ji bo diyarkirina namzetê hevpar ê partiyên rastgir ji bo hilbijartinên Serokkomariyê Fransayê, îro tûra duyemîn a pêşhilbijartinê tê kirin.
Encama vê pêşhilbijartinê, ku Françoîs Fîllon û Alaîn Jûppê ji bo serketinê li ber xwe didin, wê bandorê li encamên Partiya Sosyalîst (PS) a li ser desthilatdariyê û partiyên din ên çep bike.
Ev pêşhilbijartinên partiyên rastgir ji aliyê Komarger (LR) ên bi pêşengiya Nîcolas Sarkozy, Yekîtiya Demokratên Serbixwe (UDÎ) û Tevgera Demokratan (MoDem) ve tên destekkirin. Tûra yekemîna vê pêşhilbijartinê di 20'ê Mijdarê de hatibû kirin û Serokwezîrê berê Françoîs Fîllon bi rêjeya ji sedî 44 dengn bûbû yekemîn.
Alaîn Jûppê ku wezîfeyên Serokwezaretî û Wezareta Karên Derve kiribû, hê Şaredarê Bordeaûxê ye, bi rêjeya ji sedî 28'an bû bû duyemîn. Bi giştî 4,3 mîlyon hilbijêr tevlî dengdana tûra destpêkê bûn. Serokkomarê berê Nîcolas Sarkozy bi rêjeya ji sedî 20,7 ê dengan, ji pêşbirkê ketibû.
NAMZETÊ RASTGIR WÊ BANDORÊ LI DENGÊ HÊZÊN ÇEP JÎ BIKE
Li gorî anketên dawî, Françoîs Fîllon ê polîtîkayên lîberal ên aboriyê derdixîne pêş û li dijî biyaniyan gotinên tund bilêv dike, wê bi ser bikeve. Lê belê ji ber ku ji sedî 15 ê hilbijêrên di tûra duyemîn a pêşhilbijartinê de dengê xwe bi kar bînin hilbijêrên çep e, ne diyar e bê di tûra duyemîn de çi biqewime.
Hin çavdêr dibêjin, namzetiya Fîllon wê ji bo Partiya Sosyaslîst (PS) a li ser desthilatdariyê ye, rewşeke hê bi avantaj derxîne holê. Tê texmînkirin ku Fîllon wê dengên dijmina biyaniyan Marîne Le Pen kêm bike û hilbijêrên rastgir ên destekê didin Jûppêr, beşek jê piştgiriyê bidin PS.