Germahiya li Cemsera Bakur bi 20 pileyan zêde bû

Germahiya li Cemsera Bakur bi rengekî ne normal zêde dibe. Rûbera qeşayê jî kêm dibe.

Enstîtuya Meteorolojiyê ya Danîmarkayê (DMI), di nava vê mehê de rewşa li herêmê pîva. Germa li Cemsera Bakur gihîşt asta sifir pileyî. Bi vî rengî bi qasî 20 pileyan ji rewşa asayî ya demsalê germtir bû. Li gorî nîveka pîvandina 4 hefteyên dawî, ji 9 heta 12 pileyan hewa germtir e.

Ev yek jî nîşan dide, ku li gorî herêmên din ên cîhanê, hewa bi du qatan germtir bûye.

Ji ber germê, qeşayên li Cemsera Bakur, di asta herî bilind de heliya û ev helandin cara duyemîn e rû dide. Rûbera qeşayê, ku di mehên havînê de kêmî 4 mîlyon 140 hezar kîlometreçargoşeyî dibû, di dawiya meha Cotmehê de hinekî zêde bû û gihîşt 6,4 mîlyon kîlometreçargoşeyî.

Qeşayên li Cemsera Bakur herî dawî di sala 2012'an de gelekî heliya bû û rûbera wan daketibû 4,1 mîlyon kîlometreçargoşeyî.

Bayê ji başûr, germa li okaynûsan û fenomena El Nîno ku îsal gelek caran rû da, weke sedema helandina qeşayê tê nîşandan.

Pispor dibêjin, ev helandina qeşayê encameke germa li ser rûyê erdê ye, lê di heman demê de rê li ber germahiyeke giştî jî vedike.