Li Misrê êrîşa bombeyî: 8 leşker mirin
Li wîlayeta Sîna ya Misrê, êrîşeke bombeyî li bendeke kontrolê hat kirin. Di vê êrîşê de ku bi wesayîteke bombebarkirî hat kirin, 8 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li wîlayeta Sîna ya Misrê, êrîşeke bombeyî li bendeke kontrolê hat kirin. Di vê êrîşê de ku bi wesayîteke bombebarkirî hat kirin, 8 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya artêşê, komek ser bi çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîteke bombebakirî êrîşî bendeke kontrolê ya li Sîna kir.
Piştî vê êrîşê, şer derket. Di şer de û êrîşa bombeyî de 8 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 12 jî birîndar bûn.
Li Nîvgirava Sînayê ev çend sal in komên ser bi DAIŞ'ê êrîşê dikin. Heta niha bi sedan leşker û polîs di van êrîşan de mirin e.