NY ji ber şewba li Haîtî lêborîn xwest
Neteweyên Yekbûyî, ji ber rola xwe ya di şewba kolera de, ku ev 6 sal in li Haîtî dewam dike û herî kêm 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, lêborîn xwest.
Neteweyên Yekbûyî, ji ber rola xwe ya di şewba kolera de, ku ev 6 sal in li Haîtî dewam dike û herî kêm 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, lêborîn xwest.
Şewba kolera piştî Erdheja Haîtî ya sala 2010'an rû da û heta Tebaxa îsal bi qasî 10 hezar kesî ji ber vê şewbê jiyana xwe ji dest dan. Lewma rexneyên giran li Neteweyên Yekbûyî hatibû kirin, ku di qedandina şewbê de bi têrkerî nexebitiye.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-moon li ser mijarê daxuyaniyek da û anî ziman, ku ew li dijî şewba kolera bi têrkerî tênekoşiyan e û rola wan a di mirinan de qebûl kir. Ban Kî-moon ji ber vê yekê lêborîn ji gelê Haîtî xwest.
Ban Kî-moon ev axaftina xwe bi zimanên Creol, Îngilîzî û Fransî kir, ku ev her sê ziman li Haîtî tê axaftin.