Sobotka û Fîco xwestin newekheviya mûçeyan a li YE bê çareserkirin

Kongreya Partiya Sosyalîst a Ewropayê li paytexta Komara Çek Pragê dewam dike. Di mijarê de newekheviya mûçeyan a karkerên li welatên Ewropayê tê nîqaşkirin.

Serokwezîrê sosyal demokrat Bohûslav Sobotka, ku malovaniyê ji kongreya 3 rojan re dike, gelek şîrketên Ewropa Rojava rexne kir, ku mûçeyên kêm dide xebatkarên li welatê wan. Sobotka bang li welatên Yekîtiya Ewropayê kir, ku mûçeyan nêzî hev bikin û destnîşan kir, ku ev yek rojeva bingehîn a welatê wan e.

Serokwezîrê Slovakya Robert Fîco jî xwest, newekheviya mûçeyan ji holê bê rakirin û got, ev yek ji bo bilindkirina pîvanên jiyanê yên welatan gelekî girîng e.

Serokwezîrê Komara Çekê Bohûslav Sobotka di destpêka vê hefteyê de bang li şîrketa xurekê ya bi navê Ahold Delhaîze ku ya Hollanda-Belçîkayê ye kiribû, ku mûçeyên xebatkarên Çekê zêde bike. Şîrket ji xebatkarên li dikanên li Komara Çekê, li gorî sendîkayan 12 hezar 500 Kron (460 Euro) mehane dide. Rayedarên şîrketê îdîa dikin, ku nîveka mûçeyên wan 15 hezar 500 Kron (570 Euro) ye.