Wîkîleaks belgeyên Komîsyona NSA ya Elmanyayê weşand

Malpera Wîkîleaks, ragihand ku bi hezaran belgeyên komîsyona lêkolînên xebatên Ajansa Ewlekariya Hundirîn a Amarîkayê (NSA) ku di bin sêwana Meclîsa Federal a Elmanyayê de ye, bi dest xistine. Wîkîleaks, ji 2400 belgeyan nêzî 240 weşandin.

Bi belgeyên ku di sala 2013’an ku ji aliyê xebatkarê NSA’yê Edward Snowden ve derxistibû holê, li gel şopandina îstixbarata Amarîka ya li tevahî cîhanê, belgeyên ku hevkariya îstixbrata Elman BND’yê jî derxist.

Piştî nîşandana agahiyên gelek xebatên sosret û şûn de li Meclîsa Federal Komîsyona Lêkolînê ya NSA’yê avakiribû.

Ji belgeyên ku ji aliyê Komîsyona Lêkolînê ya NSA’yê ve bi awayê dizî civîn û xebat dihatin meşandin nêzî 230 belge ji aliyê Wîkîleaksê ve hatin weşandin, ji van belgeyan nêzî 125 belgeyên ku ji komîsyona BND’ê re hatibûn şandin in. Ji Rêxistina Parastinê ya Distûra Bingehîn (BFW) 33, ji Odeya Ewlekariyê ya Teknolojiya Enformasyona Federal (BSI) 72 belge, ji aliyê Wîkîleaksê ve hatin weşandin.