Rojnameya Aftonbladet ku tîraja xwe ya 800 hezarî heye, nivîsa xwe ya sereke bi sernavê "Di demeke nêz de wê Tirk bi botan birevin Ewropayê" weşand. Di nivîsê de hat ragihandin, peymana navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê, ji bo sekinandina herikîna penaberên ji Sûriye, Iraq û Afganîstanê frenek e, lê belê gelek welatiyên Tirk ji ber rabûna pîvanên demokrasiyê, dixwazin welêt biterikînin.
PENABER MÎNA KOLEYAN DIJÎN
Di nivîsê de hat ragihandin, ku li gorî hejmara ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye eşkerekirin, 2 mîlyon 700 hezar penaber li Tirkiyeyê hene û ji bo şert û mercên jiyana wan jî hate gotin, "Mafê mayînê, perwerde û avahiyan ê Sûriyeyiyan nîne. Di nava salekê de 1000 lîre digirin. Ji bo karibin debara xwe bikin, lazim e bixebitin. Lê belê nepêkane ku destûra xebatê bigirin. Doktorê penaber ê Sûriyeyî Selam Bekhtas dibêje, penaber di nava şert û mercên koleyan de tên xebitandin. Xebitandina zarokan jî karekî ji rêzê ye."
TIRKIYE BER BI TÊKÇÛNÊ VE DIÇE
Di dewama nivîsê de hat destnîşankirin, ku rewşa li Tirkiyeyê nebaş dibe, welat ber bi têkçûnê ve diçe û hat bibîrxisitn, ku mûxalîf, aktîvîst û rewşenbîr tên binçavkirin û girtin. Rojname cih dide vêg otina yek ji rêveberên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî yên li Tirkiyeyê: "Eger rewş bi vî rengî dewam bike, wê penaberên Tirk bi botan berê xwe bidin Ewropayê."
Jonna Sîma ku mora xwe daniye binê vê gotarê dibêje, "Biryara sekinandina danûstandinên endametiya Yekîtiya Ewropayê rast e, lê divê diyalog dewam bike. Nabe ku Ewropa felaketên li Tirkiyeyê rû didin, ji nedîtî ve bê."