Snower îdîa kir ku bûyerên îro diqewimin 'Dêja-vû' ye û anî ziman, tevî siyaseta xwevegirtinê ya li gelek welatan, bêbawerî û populîzm gelekî zêde ye.
Dennîs Snower bal kişand ser serketina Donald Trûmp û derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê û işaret bi gumrukê ji bo cezakirinê tên bikaranîn, kir. Snower sozên baca nû ya gumrukê ku Donald Trûmp têkildarî Çînê bilêv kir bibîr xist û got, "Eger kar hê nebaş bibe, dibe ku krîza aboriyê ya global a nû rû bide."
Snower da xuyakirin, ku polîtîkaya aboriyê ya Trûmp dibe ku bandoreke neyînî li hêzên fînansê bike û para vê yekê ya di krîza gengaz de wê hebe.
Snower îdîa kir, dema ku Yekîtiya Ewropa bi berpiryarî rabû, wê karibe pêşî li krîza global a gengaz bê girtin. Snower destnîşan kir, ku dewamkirina vê yekîtiyê, bi Ewropayeke civakî ve girêdayî ye.