Balafira leşkerî kete xwarê: 13 mirî

Li Endonezyayê balafireke leşkerî kete xwarê. Di bûyerê de 13 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Endonezyayê, balafira kargo ya bi tîpa Hercûles C-130 a ji bajarê Tîmîka yê li rojhilatê Papûa saet di 05:35'an de bi hewa ket û berê xwe da Wamena, saet di 06:09 de têkilî pê re qut bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin, enqaza balafirê saet di 08:40 de li qadeke daristanî hatiye dîtin û 13 kesên di balafirê de bûn jiyana xwe ji dest dane.

Tê gotin, dibe ku balafira kargo ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê ketibe xwarê.