Yê li Elmanyayê hatî girtin, dibe ku ne failê rast be!

Hat îdîakirin, ew kesê piştî êrîşa ku duh li paytexta Berlîn a Elmanyayê bû sedema jiyana 12 kesan hat girtin, dibe ku ne failê rast be.

Duh êvarî, piştî êrîşa bi TIR’ê li dijî bazara Noelê ya li Breitscheidplatz hat lidarxistin,  hemwelatiyekî Pakîstanî li gor îfadeyên şahidên bûyerê hatibû girtin, lê guman zêde bûne ku bê ev failê rast e an ne.

Li gor îdîaya rojnameya Die Welt, ku dispêre çavkaniyên polîsan, kesê ku hatî girtin bi tesadufî li wir bû. Rojnameyê serî li rayedarekî payebilind ê polîsan daye û li gor îdîayê vî rayedarî gotiye “Me zilamê şaş girt.”

Her wiha, polîsan li ser Twîtterê daxuyanî da, hat xwestin ku Berlînî ‘bi taybet baldar bin’, hişyarî hat dayîn ku dibe ku fail hê serbest û çekdar be.

Tê gotin, kesê ku duh piştî êrîşê ji TIR’ê peya bû û reviya, li gor îfadeyên şahidên bûyerê hatiye diyarkirin, tê fikrîn ku kesê binçavkirî jî ji ber îfadeya wî ‘pêbawer dixuye’ nabe ku qatilê rast be.

Rayedar, dibêjin piştî ku ji TIR’ê û ji kesê girtî mînakên DNA bên girtin, wê encamek zelaltir derkeve.

Di êrîşa Berlînê de TIR a hatî bikaranîn, aîdî şîrketek veguhestinê ya qeyda wê li ser Polonyayê ye. Dema TIR rawestiyaye, ajokarê wê tê kuştin, dûvre jî bi ser bazara Noelê tê ajotin. Ajokarê TIR’ê yê ku Polonyayî ye û bi guleyek ji serê xwe ve miriye, duh êvarî piştî êrîşê di hundirê TIR’ê de hatibû dîtin.