Tevgera Sosyalîst a li Bolîvyayê bi israr dixwaze Morales bike namzet

Serokdewletê sosyalîst Evo Morales, ku piştgiriyê ji xwecihî û mirovên xizan digire, ji bo cara çaran bibe namzet jê tê kirin.

Tevgera ber bi Sosyalîzmê ve (MAS) li bajarê Manteroyê kongreya xwe pêk anî û biryar da, ku Morales ê dema wî ya wezîfeyê di sala 2019'an de diqede, careke din bibe namzet. Biryara ji nû ve namzetiya Morales bi yekdengiyê hate qebûlkirin.

Evo Morales piştî biryara MAS'ê axivî û diyar kir, di mijara ji nû ve namzetiyê de ew bi îdîa ne. Morales anî ziman , ew bi piştgiriya tevgerên civakî piştrast e.

Di kongreya MAS'ê de ji bo Morales karibe careke din bibe namzet û projeya sosyalîst bi pêş ve bibe, çend alternatîf hatin pêşniyarkirin. Yek ji van jî refearndûmeke li ser reformên qismî di destûra bingehîn de ye. Pêşniyar hate kirin ku reforma desûra bingehîn bi rêya piraniya endamên parlamentê were kirin.

Pêşniyareke din a kongreyê jî ew e, ku Moralek demeke kurt beriya bidawîbûna wezîfeya xwe îstifa bike û ji nû ve bibe namzet. Li gorî pêşniyara dawî jî, desûra bingehîn ji nû ve bê şîrovekirin û Morales weke namzet bê nîşandan.

Morales, di sala 2005'an de bi rêjeya ji sedî 54'an ê gelê Kolombiyayê hate hilbijartin, ku gelê xwecihî û mirovê xizan piştgiriyeke xurt dan wî. Morales di sala 2009'an de bi rêjeya ji sedî 64'an, di sala 2014'a de jî bi rêjeya ji sedî 61'ê hate hilbijartin. Li gorî anketan, eger Morales ji nû ve bibe namzet, wê karibe bi ser bikeve.