CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Cesedê Kyrîakos Amîrîdîs hat dîtin
Sefîrê Bilind ê Yewnanîstanê yê li Brezîlyayê Kryîakos Amîrîdîs, di wesayîta xwe bi rengekî şewitî hat dîtin. -
YE ji 160 hezar penaberî tenê 9400 wergirtiye
Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) soz da bûn ku ew ê ji penaberên hatine Îtalya û Yewnanîstanê 160 hezarî di nava xwe de parve bikin. Hat ragihandin, tenê 9400 ji van anîne 26 welatên din. -
Li Venezûelayê bûyerên lînc û kuştinê gelekî zêde bûn
Li Venezûelayê ku krîza aboriyê lê giran dibe, piştî ku çalakiyên şîdetê zêde bûn, bûyerên lîncê jî gelekî zêde bûn. -
Netanyahû wê têkildarî îdîayên bertîlê îfadeyê bide!
Li gorî hin nûçeyan, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ketiye ber lêpirsîna bertîlê û dibe ku di rojên pêş de polîs li wî guhdarî bike. -
Rageşiya navbera DYA û Rûsyayê wê dewam bike
Piştî ku Serokê DYA Barack Obama 35 dîplomatên Rûsyayê bi îdîaya têkiliya xwe bi îstîxbarata Rûs heye weke 'mirovên nayê xwestin' îlan kir, tê gotin ku wê hin danekirinên nû bikevin rojevê. -
Tijîtiya girtîgehên li DYA di asta herî kêm a 19 salên dawî de ye
Hejmara girtî û hikumxwarên li girtîgehên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), di asta herî kêm a 19 salên dawî de ye. -
Ji De Mîstûra daxuyaniya li ser agirbestê
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra diyar kir, biryara agirbestê ya navbera rejîmê û komên çekdar girîng e. -
Li Spanyayê operasyona li dijî Îslamiyên tund ên çekdar
Beriya pîrozbahiyên sersalê tedbîrên ewlekariyê yên li Ewropayê zêde bûn. Hat ragihandin, li Spanyayê 2 gumanbarên êrîşê hatine girtin. -
Gûterre: Şerê li Sûriyeyê veguherî 'kanserek' li gelemperiya cîhanê
Antonîo Gûterres ku wê di 1'ê Çileyê de bi rengekî fermî bibe Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir, şerê li Sûriyeyê êdî veguheriye 'kanserek li gelemperiya cîhanê'. -
Dîktatorê dawî yê Ûrûgûayê mir
Serokdewletê berê yê Ûrûgûayê Gregorîo Alvarez mir. Alvarez nûnerê dawî yê yek ji dîktatoriyên herî bi xwîn ên li Latîn Amerîka ye. -
Mûxalefeta rastgir a li Venezûelayê hewldanên diyalogê pûç dike
Li Venezûelayê ku bandora krîza aboriyê lê zêde dibe, mûxalefeta rastgir hewldanên diyaloga bi desthilatdariya sosyalîst re, pûç dike. -
Elmanyayê 20 hezar penaber ji sînor vegerandiye
Elmanyayê îsal nêzî 20 hezar penaber li sînor rawestandiye û bi şûn de şandiye. -
Têkildarî qetlîama Berlînê kesek din jî hate girtin
Di çarçoveya lêpirsîna de ku têkildarî qetlîama hefteya bihurî ya li paytexta Elmanya Berlînê pêk hat, kesekî welatiyê Tûnûsê hate binçavkirin. -
Kîrchner careke din bi nelirêtiyê hate sûcdarkirin
Lîdera çepgir Crîstîna Kîrchner ku 8 salan li Arjantînê serokdewlet bû, careke din bi karekî ne li rê hate sûcdarkirin. -
Çîn baca gemarîkirina hewayê li ser pîşesaziyê ferz dike
Komara Gel a Çînê, ku bi tedbîrên qels ên li dijî germahiya global tê rexnekirin, li hemberî belavkirina elementên xetere yên hewayê gemarî dikin, baceke giran ferz dike. -
Nîveka germa 2016'an wê bi 1,2 pileyî zêde bibe
Germa îsal di nava 11 mehên destpêkê de bi rengekî balkêş zede bû. Tê payîn, heta dawiya salê ev rêjeya germê bigihîje asta rekorê. -
Bi dehan çeteyên Boko Haram li Nîjerê teslîm bûn
Tevî serketinên girîng ên artêşa Nîjeryayê li dijî çeteyên Boko Haram, operasyonên artêşa Nîjerê jî dewam dikin. -
Li Kolnê çalakiyên sersalê yên nîjatperestan hatin qedexekirin
Li Elmanyayê ji ber bûyerên sala borî ya ku ji aliyê partiya nîjatperest NPD’ê ve li bajarê Kolnê pêk hatin, çalakiyên ku ji bo sere salê dixwestin plan bikin ji aliyê polîan ve hat qedexekirin. -
Li Fîlîpînê bi hezaran kes ji ber ‘Bazirganiya madeyên hişber’ hatine kuştin
Li Fîlîpînê piştî Serokê dewletê Radrîgo Dûterte hate ser wezîfeyê, di demekî qasî 6 mehan de, bi serberskirina her cure şideta takekesî ya li dijî çeteyên hişberiyê, bi hezaran kes hatine kuştin. -
Bêkariya li Fransayê kêm dibe
Li Fransayê, ku bi meha Çileyê re wê rojeva bingehîn hilbijartin be, dereng jî be rewşeke ku kêfa Partiya Sosyalîst (PS) a li desthilatdariyê ye bîne, rû da. -
Dibe ku keştiya koçber li nav noqî avê bûyî be
Hat diyarkirin, keştiya koçber li nav ku dixwestin ji Bahamayê bi rêya behrê derbasî DYA’yê bibin û hatibû gotin ku winda bûye, dibe ku noqî avê bûyî be. -
11 cenaze û bi sedan parçeyên balafirê hatin derxistin
Lêgerînên ku ji bo derxistina parçeyên balafira Rûsya a ku duh ketibû Karadenizê hê jî didome, heta niha 11 cenaze û bi sedan parçeyên balafirê hatine derxistin. -
Li Moskowayê alarma êrîşa bombeyî: Stasyonên trenê hatin valakirin
Paytexta Rûsya Moskowa di nava panîka êrîşa bombeyî de ye. Ji ber îxbara bombeyê, 3 stasyonên trenê hatin valakirin. -
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Enqazê balafirê hate dîtin
Hat gotin, enqazê balafira Rûs a bi tîpa Tûpolev 154, ku piştî ji Soçî rabû li nava Derya Reş kete xwarê, bi çend kîlometreyan dûrî peravê hatiye dîtin. Kes ji balafirê nefilitî. -
Ji trîlyonan baca hatiye revandin tenê 70 mîlyar hat vegerandin
Li gorî nûçeya rojnameya Joûrnal du Dîmanche ya Fransayê, ku agahiyên xwe dispêre rapora OECD, bi saya 'tedbîrên' li welatên her sal bi sed mîlyaran bacê direvînin, hejmara baca di nava 8 salan de hatiye dayîn tenê 70 mîlyar Euro ye.