CÎHAN
Hemû Nûçe
-
SPD niha jî hewl dide bi FDP a lîberal re koalîsyonê bike
Partiya Sosyal Demokratîk (SPD) ku li Elmanyayê şirîkê desthilatdariyê ye, hevkariya bi FDP a lîberal xist rojeva xwe. -
Dêrên Swêdê kêm dikin
Dêrên Swêdê ku par bi skandalan ketin rojeva raya giştî, kêm dikin. Di nava sala 2016'an de 85 hezar 848 kesî ji endametiya dêrê îstifa kirin. -
Brîtanya dixwaze hîn bêhtir bacê ji xebatkarên ji YE bigire
Li Brîtanya Mezin, ku biryara derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê daye, projeyên xebitandina karkerên ji welatên din ên Ewropayê hatine zehmet dike, tên amadekirin. Ev yek rê li ber nerazîbûnan vedike. -
Li Malî êrîş li yekîneyên artêşê hat kirin: Gelek kes mirin
Li Malî, ku tevî çeteyên El Qaîdeyê, alîgirên serxwebûnê Berberî jî têdikoşin, êrîşek li yekîneyên artêşê hat kirin. Di êrîşê de herî kêm 5 leşker mirin. -
Awûstûrya ji bo enerjiya dikare bê nûkirin gaveke girîng davêje
Awûstûrya hewl dide, di nava 13 salên pêş de herî kêm bi 40 mîlyar Euroyî razemeniyê ji bo enerjiya dikare nû bibe, bike û bibe 'Dewleta Model a Hawirdorparêz'. -
Rapora Rîska Global di mijarên populîzm û dijberiyê de hişyarî da
Rapora Rîska Global ku beriya WEF a 17'ê Çileyê li Davosê pêk were hat weşandin, di mijarên gemarîkirina hawirdorê, dijberî û rîskên partiyên siyasî yên populîst de hişyarî da. -
Di sala 2016'an de 280 hezar koçberan berê xwe da Elmanyayê
Li Almanyayê di nava sala borî de li gorî daneyên 2015'an, çûyîna koçberan ji sêyan yekê wê kêm bûye, di serlêdanên koçberiyê de jî ji sedî 50 zêde bûye. -
Li Afganîstanê êrîş: Herî kêm 50 kes mirin
Li Afganîstanê, di êrîşan de ku Talîbanê li xwe girt, herî kêm 50 kes mirin. -
Li nîjadperestê kujerê Charlestonê cezayê îdamê hat birîn
Dylann Roof ê li bajarê Charleston ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) 9 Reşik di dêrekê de kuşt, bi cezayê îdamê hat cezakirin. -
Rêjeya dengê Fîllon kêm dibe
Li Fransayê bala hilbijêran li ser pêşhilbijartina Partiya Sosyalîst (PS) ye, ku wê di 22 û 29'ê Çileyê de bê kirin. Li gorî anketên dawî, rêjeya dengê namzetê rastgir Françoîs Fîllon her kêm dibe. -
Ebadî: Heta ku leşkerên Tirk venekişin wê têkilî destpê neke
Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî diyar kir, heta ku leşkerên Tirk ji kampa Başîka ya Başûrê Kurdistanê venekişin, "Tenê gavek jî di têkiliyan de pêş ve naçin." -
Serokkamarê berê yê Elmanyayê Herzog mir
Hat ragihandin ku Serokkamarê berê yê Elmanyayê Roman Herzog ji ber sedemên nexweşiyê miriye. -
Li Taylandê lehî, herî kêm 30 kes mirin
Bîlançoya barana ku ev hefteyeke li başûrê Taylandê dibare, her ku diçe girantir dibe. -
Li Afganîstanê êrîşa bombeyî: Bi dehan kes mirin
Li paytexta Afganîstan Kabîlê li dijî avahiya parlementoyê du êrîş hatin lidarxistin. Di êrîşan de bi dehan kes mirin. -
Rêveberiya Obama danekirinên nû li ser Rûsyayê ferz kir
Rêveberiya Barack Obama ku amadekariyê dike di hefteya pêş de rêveberiyê radestî Donald Trûmp bike, li dijî Rûsyayê biryarên danekirinên nû girt. -
Mexdûrên êrîşa nîjadperestî wê neyên dersînorkirin
Li Elmanyayê êrîşên nîjadperestî yên li dijî penaberan zêde dibin. Piştî eyaleta Brandenbûrgê, Wezareta Karên Hundir a Berlînê jî ragihand, ku ew ê penaberên mexdûrên êrîşa nîjadperestî dersînor nekin. -
Teoriyeke kevn a li ser çêbûna Heyvê ji nû ve ket rojevê
Li ser çêbûna Heyvê, ku 4,5 mîlyar sal in weke peyka Cîhanê li dorê digere, teoriyeke berê ya ji nedîtî ve dihat, ji nû ve ket rojevê. -
Hevdîtinên Kibris li Cinêvê hat destpêkirin
Mûzakereyên Kibris ên di bin çavdêriya NY'yê de, li ofîsa NY'yê ya Cinêv destpê kir. Serokkomarê Bakurê Kibrisê Mûstefa Akinci û Serokê Kibris yê Rûm Nîkola Anastasîadîs jî beşdarî civînê dibin. -
Salvegera damezrandina ANC hate pîrozkirin
Bi wesîleya 105. salvegera damezrandina partiya Nelson Mandela ANC merasîmek hate lidarxistin. -
Di hundirê tumor de mejiyekî mînyatur hat dîtin!
Doktorên Japon, di nava tumora li bedena jineke ciwan a 16 salî, mejî û kiloxeke mînyatur dîtin. Vê vedîtina ku bala doktoran kişand, mirovan ditirsîne. -
Xebatkarên metroya Londonê ketin grevê
Personelên metroya li paytexta Îngilîstan Londonê, ji ber rakirina hin beşên kar, ji bo 24 saetan ketin grevê. -
NATO 200 leşkerên din şand Afganîstanê
Tifaqa Atlantîk NATO ragihand, 200 leşkerên Amerîkî û Îtalyanî li eyaleta Farah a li rojavayê Afganîstanê hatin bicihkirin. Hat gotin, daxwaza vê yekê ji rayedarên herêmî hatiye. -
Li Şamê êrîşeke bombeyî: Herî kêm 5 kes mirin
Li başûrê rojava yê paytexta Sûriyê Şamê, li gundekî êrîşeke bombeyî ya bi wesayitê pêk hat û di encama vê êrîşê de herî kêm 5 kes mirin. -
Aboriya Çînê “Rexmê êrîşan” mezin bû
Hat ragihandin ku Çîn a ku di cîhanê de xwediyê aboriaya mezin a duyemîn e, hedefa ku dabû pêşiya xwe gihîştê. -
Li Qûdisê êrîş: Gelek mirî û birîndar hene
Li Qûdisê bi kamyonekî êrîşî cihê ku leşker lê kom bibûn hate kirin. Di encam êrîşê de gelek kes mirin û birîndar bûne.