CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Elmanya bi rengekî komî Afganan dersînor dike
Li Afganîstanê, şerê di navbera Talîbanan û artêşa Afgan dewam dike. Tevî vê yekê jî, penaberên Afgan ên li Elmanyayê cara duyemîn bi rengekî komî hatin dersînorkirin. Parêzvanên mafên mirovan li Balafirgeha Frankfûrtê li ber vê yekê rabûn. -
Çalakiyên li dijî Madûro qels derbas bûn
Li Venezûelayê, piştî ku hewldanên mûxalefeta rastgir ên ji bo têkbirina Serokdewlet Nîcolas Madûro bi rêya referandûmê bi ser neket, xwepêşandanên li kolanan ji nû ve dest pê kir. -
Mezintirîn şewata li Şîlî hê nehatiye vemirandin
Şewata daristanan, ku hefteya bihurî li Şîlî rû da û hê nehatiye vemirandin, qadeke daristanî ya ji 130 hezar hektarî kir xwelî. -
Elmanya: Hevdîtinên Astanayê 'dibe ku qonaxek be'
Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê ku 'Hevdîtinên Sûriyeyê' ku îro li paytexta Kazakîstan Astanayê bi rê ve çû nirxand, diyar kir ku ev hevdîtin ji bo Sûriyeyê çareseriyekî mayîde bi xwe re naîne. -
Lobîkarên AKP’ê ziyan da Partiya Hawirdorparêz
Li Swêdê, partî û komeleyên ku lobiya AKP’ê, Erdogan dikin nefilitîn û li pey hev derb li wan dikeve. -
Di nava 24 saetan de li Yemenê 70 kes mirin
Li Yemenê, di navbera yekîneyên leşkerî yên Koalîsyona Ereb piştgiriya wan dikin û serhildêrên Hûsî yên Şîa de şerekî dijwar qewimî. Di nava 24 saetan de bi qasî 70 kes mirin. -
Li Stockholmê pêşangeha 'xeyalên me hene' hate vekirin
Li Muzeya Wêneyan a Stockholmê, wêne û xeyalên 114 kesên li cîhanê deng vedane û ji bo pêkhatina xeyalan îlhamê didin mirovan, hatin nîşandan. -
Li Papûa Nû Gîne erd hejiya
Li Papûa Nû Gîne, erdhejek bi dijwariya 8.0 pileyî rû da. -
Bi dehan çeteyên Boko Haram hatin kuştin
Çeteyên Boko Haram ku bîat ji çeteyên DAIŞ'ê re kiriye, duh li Nîjerya û Nîjerê êrîş kirin. Di şerê li vir de gelek çete hatin kuştin. -
Pêşhilbijartina Serokkomariyê ya PS a Fransayê îro ye
Ji bo namzetiya Serokkomariyê, tûra destpêkê ya pêşhilbijartina bi pêşengiya Partiya Sosyalîst (PS) a li desthilatdariyê tê lidarxistin, îro ye. -
Li Hîndîstanê qezaya trenê: Herî kêm 23 kes mirin
Li eyaleta Andra Pradesh a Hîndîstanê, ji ber qezaya trenê herî kêm 23 kes mirin. -
Otobusa ku xwendekar tê de bûn qeza kir: 16 kes mirin
Li Îtalyayê, otobusek ku xwendekar tê de bûn qeza kir. Di qezayê de herî kêm 16 kes mirin, 39 kes jî birîndar bûn. -
2017 wê bi Trûmp çawa be?
DYA û cîhan bi Trûmp re kete serdemeke nû. Li gorî hinan wê pêvajoyeke pir bi taloke be. Hin jê jî tenê dibêjin wê serdemeke pir nediyar be. -
Li Pakîstanê teqîn: Gelek kes mirin
Li sûkek eyaleta Kûrram a Pakîstanê teqînekê rû da. Ji ber vê teqînê herî kêm 18 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn. -
DYA: Ji 1'ê Çileyê û vir ve 150 endamên El Qaîdeyê hatin kuştin
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ragihand, çend roj berê li wîlayeta Îdlîb a Sûriyeyê, di êrîşa hewayî ya dijî El Qaîdeyê de herî kêm 100 endamên vê rêxistinê hatine kuştin. -
Li dijî Donald Trûmp xwepêşandan hatin lidarxistin
Li dijî Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp, ku duh bi rengekî fermî dest bi wezîfeyê kir, li gelek welatan xwepêşandan hatin lidarxistin. -
'Li Awûstûryayê pêşî li êrîşa terorîstî hat girtin'
Tê gotin, kesekî li paytexta Awûstûrya Viyanayê hat binçavkirin, hewl dida êrîşeke terorîstî pêk bîne. Rayedaran pêşniyar li gel kirin, ku bi taybetî li qadên girseyî hay ji xwe hebin. -
Essen bû paytexta Ewropa Kesk a sala 2017'an
Bajarê Essen ê Elmanyayê weke paytexta Ewropa Kesk a sala 2017'an hat hilbijartin. -
Heywanên mezin ên li Awûstralyayê ji aliyê mirovan ve hatine qelihandin!
Li gorî lêkolînekê, ku li kovara Nature Communications hate weşandin, beşekemezin a heywanên mezin ên di serdemên berê de li parzemîna Awûtralyayê hebûn, ji ber nêçirvaniyê ji aliyê mirovan ve hatine qelihandin. -
Karesata aşûtê ya li Îtalyayê: 8 kes hatin rizgarkirin
Li Îtalyayê, ji xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li otela di binê berfê de ma, encameke erênî bi dest ket. Piştî 48 saetên di ser karesatê re derbas bûn, 8 kes hatin rizgarkirin. -
Li Nîjerya yê hemjara kuştiyên koçber gihişt 170'an
Li bakurêrojhilatê Nîjerya yê roja Sêşêmê ji aliyê balafirên şer ên Nîjeryayê ve kampekî koçberan hatibû bomberdûmankirin,her ku diçe bîlanço zêde dibe. -
Li rojavayê Afrîkayê xeteriya şerekî nû dewam dike
Li welatê Gambiyayê, operasyona leşkerî ya yekîneyên CEDEAO, ku li dijî Yahya Jamneh ê encamên hilbijartinê qebûl nake, hat sekinandin. -
Trûmp îro bi awayekî fermî dest bi kar dike
Serokê 45. ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp îro bi awayekî fermî dest bi wezîfeya xwe dike. -
Elmanya qedeyan li ser komên 'rocker' ferz dike
Li Elmanyayê, bi guhertina Qanûna Komeleyan re, sembolên komên çete yên xwe weke 'komên rockê' didin naskirin, tên qedexekirin. -
Lammert: Têkiliya dinavbera bawerî û şidetê de pêwîste bê gotûbêjkirin
Di 19'ê Kanûna 2016'an de li Paytexta Elmanya Berlinê di encama kûmkûjiyekê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di Meclîsa Federal de hatin bîr anî û gotin divê têkliya ol û şidetê bê gotûbêj kirin.