Li Nîjerya yê hemjara kuştiyên koçber gihişt 170'an
Li bakurêrojhilatê Nîjerya yê roja Sêşêmê ji aliyê balafirên şer ên Nîjeryayê ve kampekî koçberan hatibû bomberdûmankirin,her ku diçe bîlanço zêde dibe.
Li bakurêrojhilatê Nîjerya yê roja Sêşêmê ji aliyê balafirên şer ên Nîjeryayê ve kampekî koçberan hatibû bomberdûmankirin,her ku diçe bîlanço zêde dibe.
Rêxistina Dixtorên Sînornenas (MFS) diyar kir ku hejmara kuştiyên bombardûmana balafirên şer a li Nîjerya ku dibêjin bi şaşî lê xisiye, gihişt 170'an.
Li gorî agahiyên xwcihiyên wargehê û berpirsên herêmê dayîn, Rêxistina Dixtorên Sînornenas (MFS) cenazeyê 90 kesan dîtine. Li gorî daxuyaniyên hatin dayîn piranî yên ku hatine kuştin jin û zarok in.
Li Eyaleta Borno ya ku herî zêde operasyon li dijî çeteyên Boko Haram tên lidarxistin, balafirên şer ên Nîjeryayê bi navbera 5 deqeyan de 2 caran bomberdûman kir. Artêaş Nîjerya diyar kir ku bi 'şaştî' kampa koçberan bomberdûman kirine.