Li dijî Donald Trûmp xwepêşandan hatin lidarxistin

Li dijî Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp, ku duh bi rengekî fermî dest bi wezîfeyê kir, li gelek welatan xwepêşandan hatin lidarxistin.

Beriya destpêkirina merasîma sondxwarinê, li gelek bajarên DYA xwepêşandan hatin lidarxistin. Duh êvarê li gelek welatan jî heman xwepêşandanên protestoyî hebûn.

Çalakger dibêjin, Serokê DYA bi gotinên xwe rê li ber pêleke nû ya 'populîzmê' vedike. Li paytexta Elmanya Berlînê, li paytexta Belçîka Brukselê, li paytexta Fîlîpînan Manîlayê û li paytexta Meksîka Meksîko Cîty xwepêşandanên li dijî Trûmp hatin lidarxistin.

Xwepêşandan bi dirûşma "Na ji Trûmpîzmê re" hatin lidarxistin û gelek welatiyên Amerîkî yên li van welatan dijîn, tevlî bûn.

Li Elmanyayê di xwepêşandanan de dirûşmên li dijî Partiya Alternatîf ji bo Elmanya (AfD) û Eniya Neteweyî ya Fransayê (FN) hatin qîrîn.

Li Meksîkayê jî, pankartên li dijî gotinên Trûmp ên li ser koçberên ji vî welatî tên, hatin hilgirtin.