Essen bû paytexta Ewropa Kesk a sala 2017'an

Bajarê Essen ê Elmanyayê weke paytexta Ewropa Kesk a sala 2017'an hat hilbijartin.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, bajarê Essen ê Elmanyayê weke paytexta Ewropa Kesk a sala 2017'an hilbijart. Li bajêr wê îro ev biryar bê pîrozkirin û pîrozbahî du rojan dewam bike.

Komîserê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê yê ji hawirdorê berpirsyar Karmenû Vella û Wezîra Hawirdorê ya Elman Barbara Hendrîcks wê beşdarî pîrozbahiyan bibin.

Li Essenê, rêyên bi sedan kîlometreyî yên ji bo bîsîkletan, qadeke berfireh a şênkahiyê ku li Elmanyayê sêyemîn e, zêdeyî 70 xetên wesayîtên girseyî û xebatên parzûngehê yên li ser çem hene. Her wiha tê xwestin, di salên pêş de kîsikên plastîk bi temamî ji jiyana li vî bajarî bên derxistin.

Pêkanîna paytexta Ewropa Kesk, di sala 2010'an de ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ve hat destpêkirin. Di vê çarçoveyê de paytexta Swêd Stockholm, bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bajarê Vîtorîa-Gasteîz ê Spanyayê, bajarê Nantes ê Fransayê, paytexta Danîmarka Kopenhagen, bajarê Brîstol ê Îngilîstanê û bajarê Ljûbljana yê Slovenyayê hêjayî vê yekê hatine dîtin.

Lê belê rêxistina hawirdorê ya bi navê BUND li djiî hilbijartina Essenê derket. Di daxuyaniya BUND'ê de hat îdîakirin, ku ji ber mijarên parastina qadên xwezayî û trafîkê, bajarê Essenê ne hêjayî vê yekê ye.