Heywanên mezin ên li Awûstralyayê ji aliyê mirovan ve hatine qelihandin!

Li gorî lêkolînekê, ku li kovara Nature Communications hate weşandin, beşekemezin a heywanên mezin ên di serdemên berê de li parzemîna Awûtralyayê hebûn, ji ber nêçirvaniyê ji aliyê mirovan ve hatine qelihandin.

Di lêkolînê de hat destnîşankirin, berevajî texmînên beriya niha, heywanên guhandar ên mezin, ya jî marîjokên difirin, ji ber guhertina avhewayê neqelihîne. Li gorî lêkolînê, ji sedî 85 ê van cureyên heywanan ên li Awûstralyayê, piştî derketina mirovan qelihîne.

Di lêkolînê de, materyalên li peravên başûrojava yê Awûstralyayê ku berê xwe li Okyanûsa Hînt e hatin lêkolînkirin di nava bermayiyên zibil ê heywanên mezin ên gihayê dixwin de, kuvarkek hatiye dîtin. Hat tespîtkirin, ku toz û xweliyên di nava vê kuvarkê de hatin tespîtkirin, yên amûrên ji aliyê mirovan ve hatine bikaranîn e.

Hat destnîşankirin, ku bi saya kuvarka hatiye dîtin, hatiye fêhmkirin ku beriya niha bi 45 hezar salan, li başûrrojavayê Awûstralyayê heywanên guhandar ên mezin jiyan e. Li gorî lêkolînê, ev heywanên mezin di nava çend hezar salan de qelihîne.

Li gorî lêkolînê, ku pisporên ji Zanîngeha Colorado jî di nav de cih digirin, mirovan hê di dema çêlikê de diçûn nêçira van heywanan û ji ber vê yekê di nava çend hezar salî de tine bûne.

Di lêkolîneke din de, ku di sala 2013'an de hat kirin, hatibû îdîakirin ku heywanên mezin ên li Awûstralyayê ji ber guherîna avhewayê beriya niha bi 150 hezar salî tine bûne.