'Li Awûstûryayê pêşî li êrîşa terorîstî hat girtin'

Tê gotin, kesekî li paytexta Awûstûrya Viyanayê hat binçavkirin, hewl dida êrîşeke terorîstî pêk bîne. Rayedaran pêşniyar li gel kirin, ku bi taybetî li qadên girseyî hay ji xwe hebin.

Wezîrê Karên Hundir ê Awûstûryayê Wolfgang Sobotka konferanseke çapemeniyê lidar xist û diyar kir, kesekî 18 salî yê li Viyanayê hat binçavkirin, plana êrîşê dikir.

Sobotka da xuyakirin, ev kesê li Viyanayê dima, hat tespîtkirin ku çûye Elmanya û vegeriya ye.

Li gorî agahiyên ji aliyê polîsên Awûstûryayê ve hatin dayîn, rêxistinên îstîxbaratê yên biyanî agahiya li ser êrîşê dane. Hat hînbûn, ev kesê hatiye binçavkirin, piştî şopandinê li mala xwe ya li Viyanayê hatiye girtin.

Di nûçeya rojnameya Kronen Zeîtûngê de hat ragihandin, kesê hatiye girtin sempatîzanê DAIŞ'ê ye û plan dikir ku di 'nîvê duyemîn' ê vê mehê de êrîşê bike. Di nûçeyê de hat destnîşan kir, ku kesê hatiye girtin, dema li Elmanyayê bû madeyên teqemeniyê amade kiriye.

Li aliyê din rayedarên hikûmet û dewletê, tevî girtina kesekî jî ji welatiyan xwest, li cihên girseyî hay ji xwe hebin.