DYA: Ji 1'ê Çileyê û vir ve 150 endamên El Qaîdeyê hatin kuştin
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ragihand, çend roj berê li wîlayeta Îdlîb a Sûriyeyê, di êrîşa hewayî ya dijî El Qaîdeyê de herî kêm 100 endamên vê rêxistinê hatine kuştin.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ragihand, çend roj berê li wîlayeta Îdlîb a Sûriyeyê, di êrîşa hewayî ya dijî El Qaîdeyê de herî kêm 100 endamên vê rêxistinê hatine kuştin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Amerîka (Pentagon) de hat ragihandin, roja 19'ê Çileyê êrîşa hewayî li dijî kampa perwerdeyê ya Şêx Silêman a li nêzî bajarê Îdlîbê pêk hat û di encamê de zêdeyî 100 endamên El Qaîdeyê hatin kuştin.
Berdevkê Pentagonê Jeff Davîs diyar kir, bomberdûman tevî balafirên şer bi balafirên bê mirov hatiye kirin. Davîs da zanîn, ev kamp ji sala 2013'an û vir ve dihat bikaranîn.
Berdevkê Pentagonê ragihand, ji 1'ê Çileyê û vir ve di êrîşên hewayî de herî kêm 150 çeteyên El Qaîdeyê hatine kuştin. Berdevk got, bi rêya bomberdûmanan hewl hatiye dayîn, pêşî li kombûna rêxistinê were girtin.