Li Fansayê hikûmet dixwaze Rewşa Awarte dirêj bike

Li Fransayê Bernard Cazeneûve yê ku vê hefteyê erka serokwezîrêyê girt diyar kir ku ji ber xeteriya êrîşên terorîstî daxwaz dikin ku pêkanîna rewşa awarte dirêj bikin.

Îro piştî li dar xistina Desteya Wezîran a asayî û şûn de Serokwezîr Bernard Cazeneûve daxuyanî da, diyar kir ku li welat hê jî xeteriya êrîşên terorîstî didomin, ragihand li gel wê yekê ne ku pêkanîna rewşa awarte bê dirêjkirin.

Cazeneûve got: “Berdewamkirina êrîşên terorîstî dide nîşandan ku ev pêkanîn bidome.”Cazenevûe têkildarî dirêjkirina rewşa awarte diyar kir ku wê pêşnûme di hefteya pêşiya me de roja Sêşemê bibin Meclîsa Neteweyî. Cazeneûve destnîşan kir ku roja Pênçşemê jî wê pêşnûmeyê di Sanatoyê de jî gotûbêj bikin.

Li Fransayê pişt qetlîama ku di 13’ê Mijdara 2015’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate lidarxistin û şûn de rewşa awarte ketibû meryetê û 4 caran jî hatibû dirêjkirin. Manûel Vallîs ê ku namzetiya xwe ji bo hilbijartina Serokkomariyê diyar kiribû, 6’ê Kanûnê ji ber ku ji serokwezîrtiyê îstifa kir, divê biryara pêkanîna rewşa awarte herî direng divê heta 21’ê Kanûnê ji nû ve di parlementoyê de bê erê kirin.