Trump hê Wezîrekî Karên Derve nedîtiye
Donald Trump ê ku wê meha Çileyê wezîfeya serokdewletiya Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) dewir bigre, hê kabîneya xwe diyar nekiriye.
Donald Trump ê ku wê meha Çileyê wezîfeya serokdewletiya Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) dewir bigre, hê kabîneya xwe diyar nekiriye.
Hat ragihandin ku wê Serokê berê yê Şaredariya New Yorkê Rudolph Giuliani yê ku bi hefteyan e ji bo Wezareta Karên Derve rojevê miştixûl dike û wek ‘teyrê baz’ tê zanîn, nekeve kabîneyê.
Hat gotin ku Giuliani yê ku ji bo Wezareta Karên Derve navî wî dihat gotin, ji vê wezîfeyê qeriyaye. Di daxuyaniyê de ku ji hêla Reince Priebus ê di kabîneya Trump de ye weşand, hat destnîşankirin ku Giuliani ji ber ‘jiyana xwe ya kar’ ji wezîfeyê xwe kişandiye.
Ji bo Wezareta Karên der, navê Mitt Romney, ji nûnerên berê yê Neteweyên Yekbûyî John Bolton, Serokê Komîsyona Karên Derve yê Senatoyê Bob Corker û Rêveberê Şîrketa Exxon Mobil Rex Tillerson derbas dibe.
General Davîd Petraeus ê ku li Tirkiyeyê wek ‘generalê bi çewal’ tê zanîn û dîrektorê CIA ye jî ji bo vê wezîfeyê tê fikrîn.
Di kabîneya Trump de ku wê alîkarê serok Mike Pence be, ji bo Wezareta Edaletê Jeff Sessions, ji bo serokatiya CIA Mike Pompeo, ji bo Şêwirmendiya Ewlehiya Neteweyî jî Michael Flynn hatibûn diyarkirin.