Wezîrê berê yê Fransayê Macron zû dest bi kampanya hilbijartinê kir
Emmanûel Macron, piştî ku ji hikûmetê îstifa kir giranî da ser xebatên hilbijartinê. Macron li Parîsê bi xwepêşandaneke girseyî xwe nîşan da.
Emmanûel Macron, piştî ku ji hikûmetê îstifa kir giranî da ser xebatên hilbijartinê. Macron li Parîsê bi xwepêşandaneke girseyî xwe nîşan da.
Macron ê 38 salî, ku di meha Tebaxê de ji Wezareta Aboriyê îstifa kir, tevî tevgera 'En Marche/Meş', ku beriya niha aa kiribû, xwe ji bo hilbijartina serokkomariyê ya sala 2017'an amade dike.
Macron ku weke wezîrê 'li aliyê rast û yê herî lîberal' ê hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) tê naskirin, ku ne endamê PS ye, duh bi şev li Parîsê bi tevlîbûna hezaran kesî mîtîngek lidar xist. Mîtîng li Porte de Versaîllesê pêk hat û li gorî tîma Macron 15 hezar kes tevlî bûn.
Macron ê ji sektora fînansê tê û ji ber ku di dema wezaretiya xwe de giranî da ser helwesta lîberal, ji aliyê çepgiran e bi tundî hate rexnekirin. Macron tevlî pêşhilbijartina PS a meha Çileyê nabe.
Macron di axaftina xwe ya mîtîngê de xuya ye rexneyên li wî hatin kirin li ber çavan girtiye û got, ew ê girîngiyê bide 'diyaloga civakî'. Macron diyar kir, pêkanîn xebata 35 saetan a heftane, ku heta roja îro digot wê rake, ji niha û pê ve jî wê bidomîne. Macron da zanîn, dema xebatê dikare bi muzakereyên navbera şîrketan û sendîkayan bê diyarkirin.