Lavrov: Li Helebê ji bo sivîlan me navber da operasyonê

Serokê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku artêşa Sûriyeyê ji bo rizgarkirina bi hezaran sîvîlên li Helebê navber daye operasyonan.

Lavrov ê ku li bajarê Hambûrg a Elmanyayê di civîna wezîrên karên derve yên NATO’yê de axivî, got ku operasyon a li dijî komên li rojhilatê Helebê bi demkî hatine rawestandin.

Lavrov ragihand ku, ji bo sivîl ji qadên şer werin derxistin operasyoneke mezin hatiye kirin, 8 hezar sîvîlan wê veguhezînin ew qadên ku ji hêla rejîmê tên kontrolkirin.

Beriya daxuyaniya Lavrov, Şefê Mîsyona Alîkariya Sûriyeyê ya NY Jan Egeland ji bajarê Cinêv ê Swîsreyê dabû xuyakirin ku di wan taxan de nêzî 500 zarokên birîndar û nexweş hene û divê ji wir werin derxistin.

Di nav rojê de Beşar Esad ji rojnameya El Vatan re axivî  û diyar kir ku ew li rojhilatê Helebê agirbestç îlan nakin. Esad destnîşan kir ku ev bangawaziyên agirbestê ‘rizgarkirina komên çete’ yên ku li bajêr asê mane dike hedef.

Komên çeteyan ku piraniya wan bi piştgiriya Tirkiye û Erebîstana Siûdî ne, ji meha Mijdarê heya niha ji sedî 80’ê qadên ku dikeve Rojhilatê Helebê ji dest dane. Herî dawî qadên wek Heleba kevn tên zanîn jî ket destê hêzên artêşê.