Nîqaşa li ser 'Destwerdana Rûsya' li hilbijartina DYA mezin dibe

Tevî ku di ser hilbijartina serokdewletiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) re zêdeyî mehek derbas bûye jî, nîqaşên li ser hîle û destwerdana derve naqedin.

Serokê Koma Partiya Demokrat a Senatoyê Harry Reîd jî da xuyakirin, ku 'FBI dizanîbû' Rûsya ji bo hilbijartina Donald Trûmp tevgeriya ye.

Li gorî nûçeyeke roja Înê li Washîngton Postê hate weşandin, hatibû îdîakirin ku li ber destê servîsa îstîxbarata derve CIA'yê agahî hene û li gorî van agahiyan, Rûsyayê ji bo hilbijartina Trûmp dest li hilbijartinê werda ye.

Serokê Koma Demokratan a Senatoyê Harry Reîd ev îdîa di qenala MSNBC de careke din bilêv kir û da zanîn, Buroya Lêpirsîna Federal (FBI) demeke dirêj xwedî agahiyeke bi heman rengî bû. Reîd îdîa kir, ku Dîrektorê FBI James Comey bi 'partîzanî' tevgeriya ye û ji ber vê yekê jî bi xemsarî nêzî berjewendiyên welêt bûye.

Reîd, Comey sûcdar kir ku 'versiyona nû' ya J. Edgar Hoover e, ku derketibû holê Hoover ê di navbera salên 1935-1972'an de dîrektorê FBI bû, mûxalîfên polîtîk şopandibû.

Rola Dîrektorê FBI James Comey a beriya hilbijartina DYA ya 8'ê Mijdarê, rê li ber gelek nîqaşan vekiribû. Comey hefteyek beriya hilbijartinan, mailên fermî yên namzeta Partiya Demokrat Hîllary Clînton ên dema wezaretiya xwe de bi rêya serverên taybet kiribû, ji nû ve xistibû rojevê. Ji ber vê yekê jî Comey hatibû sûcdarkirin ku alîkarî daye ji bo hilbijartina Trûmp.

Îdîaya li ser destwerdana Rûsya li hilbijartina DYA, cara yekemîn di meha Cotmehê de hatibû bilêvkirin. Dîrektoriya Ewlekariya Hundirîn a Amerîkayê (DHS) û sîwana 17 rêxistinên îstîxbaratê DNI dabûn xuyakirin, ku hesabên înternetê yên siyasetmedar û partiyên Amerîkayê ji aliyê Rûsyayê ve hatine şikandin.

DHS û DNI îdîa kiribûn, ku Rûsyayê xwestiye bandorê li hilbijartina DYA bike û encama dixwest jî bi dest xistiye.