Wekîla Swêdî: Li me qedexe kirin ku em ji medyayê re baxivin

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Lotta Johnsson Fornarve, ku niha li Tirkiyeyê ye, ji Ajansa Nûçeyan a Swêdê (TT) re got, "Nasnameya me kontrol kirin û jendermeyan ji me re gotin, nabe ew daxuyaniyê bidin medyayê."

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Lotta Johnsson Fornarve, ku ji bo hevdîtinê bi hevserok, parlamenterên HDP'e û hevşaredaran ên girtî re bike li Tirkiyeyê ye, ji Ajansa Nûeçyan a Swêdê re axivî. Fornarve got, "Nasnameya me kontrol kirin û jendermeyan ji me re gotin, nabe ew daxuyaniyê bidin medyayê."

Fornarve û Jonas Sjostedt ji bo bi hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Kandirayê hevdîtinê bikin serî li wezaretê dan, lê belê destûr ji wan re nehat dayîn.

Sjostedt ji ajansa TT re got, "Saziyên Tirk beriya niha bi kêliyeke kurt gotin, ew ê nehêlin ew biçin girtîgehê. Em ê nikaribin Fîgen Yuksekdag bibînin. Lewma me bi rêya parêzeran silavên xwe jê re aşnd û jê jî silav girt. Ji bo lîderên HDP'ê nikaribin bi cîhana derve re têkiliyê deynin, her tiştî dikin." 

Sjostedt û Fornarve wê îro jî biçin Edîrneyê û ji bo karibin Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş bibînin, ew ê bikevin nava hewldanan.