Li Madagaskarê mîlyonek û nîv kes bi birçîbûnê re hevrû ne

Ji ber El Nîno ya ku li okyanûsan bandora wê zêde dibe û dibe sedem ku germahî zêde bibin, li gelek welatan qadên çandiniyê zerarê dibînin.

Li Madagaskarê, ku welatê giravê yê Okyanûsa Hindî ye, ji ber vê sedemê mîlyonek û nîv kes bi birçîbûnê hevrû ne.

Li Madagaskarê ku serjimêriya wê 25 mîlyon ee, ji sedî 92’yê gel hewl dide bi feqîrî bijîn, ji ber baran jî kêm bûn, xebatên çandiniyê zerarên mezin dîtine. Ji ber ziwayiyê debra garis ji sedî 80 kêm bûye, her wiha hilberîna birinç û manyok jî ji vê ketinê para xwe girtine.

Li Madagaskarê ku yek ji welatên herî feqîr ê cîhanê ye, bi taybet jî ji ber ziwayiyên li başûr, mîlyonek û nîv kes di dîtina xurekan de zehmetiyan dikşînin. Ji ber beşek mezin a ji vê xelayê bandor dibin zarok û kal in, pirsgirêk hê girantir dibe.

Tê gotin ku ji ber vê birçîbûna ku çavkaniya xwe ji pirsgirêkên çandiniyê ye, hejmara kesên ku herî giran bandor bûne herî kêm 850 hezar kes in. Li gor daneyên ÛNÎCEF’ê, 4 mîlyon zarokên ku temenê wan kêmî 5’an e, têr xwarinê naxwin, ji milê pêşketina fizîkî û rewşenbîrî jî pirsgirêkên wan çêdibin.

Li Madagaskarê ku ji ber bêîstîkrarbûyina siyasî ya 6 sal in dewam dike jî ev pirsgirêka birçîbûnê hê girantir bûye, hikûmet wek çareya dawî alîkariyek 5,9 mîlyar ji dezgehên navneteweyî girtibû.