Şîrketên enerjiyê wê bi pereyan ji berpirsiyariya nukleerê rizgar bibin

Li Elmanyayê ku wê sala 2022’yan santralên nukleerî bi temamî bên girtin, têkîldarî paqijkirin û veşartina pîsîtiyên santralan de dewlet û şîrket li hev nakin.

Li gor îdîaya kovara Spîegelê ku dispêre nivîseke ji bo komên partiyên Meclîsa Federal hatî şandin, şîrketên enerjiyê tenê ji bo carekê wê pereyan bidin û ji ‘tevahî berpirsiyariyan’ xwe pak bikin. Şîrket jî wê li beramberî giliyên ku li dijî Hikûmeta Federal kirine vekişînin.

Li gor vê, ji bo rakirina santralan, paqijkirin, veşartina pîsîtiyan ku xebatek bi dehan salan dixwaze, şîrket wê tenê 23 mîlyar Eûroyî bidin. Ev miqtar jî li gor raporek heyeta pispor a berê ji hêla Meclîsa Federal hatibû avakirin hatiye diyarkirin.

Li gor îdîayê, şîrketên bi navê E.on, RWE, EnBW, Vattenfall û Stadtwerke Munchen wê nêzî 20 dozên xwe yên îtîrazê vekişînin. Lê, piştî nukleerê çi dibe bila bibe, wê tenê bi 23 mîlyar Eûroyî ji berpirsiyariyên xwe pak bibin.