Îdeaya ABD li Mûsilê leşkerê Iraqê bombe kirine
Hat îdeakirin ku balafirên Amerîkayê bi şaşîtî li leşkerê Iraqê daye û bi dehan leşkerê Iraqê jiyana xwe ji dest dane.
Hat îdeakirin ku balafirên Amerîkayê bi şaşîtî li leşkerê Iraqê daye û bi dehan leşkerê Iraqê jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî fermandarekî leşkerê Iraqê ji serwîsa Erebî a Spûtnîk ê re ragihan ku di bomberana Mûsilê de, herî kêm 90 leşkerên Iraqî jiyana xwe ji dest dane, nêzî 100 leşker jî birîndar bûne.
Li gorî îdeayê balefirên Amerîkayê yekîneyekî zirxî ya leşkerên Iraqê bomberdûman kiriye. Di encama bomberdûmanê de 4 wesayîtên zîrxî yên tîpa Hummer jî nav de 12 wesayît hatine texrîbkirin.
Li gorî nûçeya malpera Faxtînîraqê jî piştî êrîşê, leşkerê Iraqî ji herêma ku lê diman vekişiyane. Di derbarê bûyerê de heta niha daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
Balafirên ABD yê di nav vê salê de jî li bajarê Deryrezor a Sûryeyê bi şaşitî leşkerên rejîmê bombekiribûn, di encam de 83 leşkera jiyana xwe ji dest dabûn.