Banê dêrek li Nîjeryayê rûxiya: Ji 60 heta 200 kesî jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Ûyo yê Nîjeryayê, di dema îbaretê de banê dêrekê rûxiya. Tê gotin, 60 heta 200 kesî di vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dane.
Li bajarê Ûyo yê Nîjeryayê, di dema îbaretê de banê dêrekê rûxiya. Tê gotin, 60 heta 200 kesî di vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dane.
Li paytexta eyaleta Akwa Îbom bajarê Ûyo, ku li başûrrojhilatê welêt e, di dema îbaretê de li Dêra Reîgners Bîble Mînîstry a li Xiristiyanên Protestan, banê dêrê hilweşiya. Gelek kes di binê xirbe de man.
Li gorî medya herêmî, ji ber hilweşîna banê ku di rastorasyonê de bû, herî kêm 60 kes mirin. Tê gotin, dibe ku ev hejmar bigihêje 200 kesî.
Waliyê Akwa Îbom ê bi saxî ji dêrê derket, li ser bûyerê daxuyaniyek da û diyar kir, ev yek karesata herî mezin a dîroka eyaleta wan e.
Li bajarê Lagosê, ku mezintirîn bajarê Nîjeryayê ye, ji ber hilweşîna banê dêreke Protestan a Îlona 2015'an, 115 kesî jiyana xwe ji dest da bûn.