Ji bo wezîrê Hollande yê nelirêtî kiribû cezayê hepsê

Ji bo Wezîrê berê yê Bûdçeyê yê Partiya Sosyalîst Jérome Cahuzac ku bi sûcên nelirêtiya bace û şofandina pereyên reş dihat tewanbarkirin û rêveberên banka Swîsreyê ku di vî sûcî de pê re bûne alîkar, cezayên hepsê hatin birîn.

Doza Jerome Cahûzac ê ku sala 2012’an ji hêla Francois Hollande ji bo kabîneyê hat tayînkirin û dawiya sala 2013’an derket holê ku di bankayên Swîsreyê de hesabên wî yên veşartî hene, li Parîsê hat dîtin.

Dadgehê, 3 sal cezayê hepsê da wezîrê berê, her wiha ceza da ku 5 salan neyê hilbijartin.

Ji bo hevjîna berê ya Cahuzac, Patricia Cahuzac jî 2 sal cezayê hepsê hat birîn, her wiha ji bo rêveberê banka Swîsre ya bi navê REYL & Cie SA François Reyl û Philippe Houman jî salek cezayê hepsê û 375 hezar Eûro cezayê pereyan hat birîn.

Dadgeha Parîsê, ev bankaya navbihurî jî bi mîlyonek û 875 hezar Eûro cezayê pereyan ceza kir.

Eger îtîraza hatî kirin li Dadgeha Îstînafê bê redkirin, wê tewanbar bikevin hepsê.