Piştî erdheja li Pasîfîkê, hişyariya tsûnamiyê hate dayîn
Li Giravên Solomon ên li Okyanûsa Pasîfîkê, bi dijwariya 7,8'an erd hejiya. Pisporan li ser tsûnamiyeke gengaz hişyarî dan.
Li Giravên Solomon ên li Okyanûsa Pasîfîkê, bi dijwariya 7,8'an erd hejiya. Pisporan li ser tsûnamiyeke gengaz hişyarî dan.
Li Giravên Solomonê, ku ji zêdeyî 900 girav û giravên biçûk pêk tê, li gorî dema herêm saet di 04:38'an de erd hejiya. Enstîtuya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) hişyariya tsûnamiyê da.
Hat gotin, erd li cihekî 10 kîlometre başûrê giraveke li başûrê Giravên Solomonê, bi 41 kîlometreyan li binê erdê hejiya ye.
Di sala 2013'an de jî li heman herêmê bi şîdeta 8'an erd hejiya bû û tsûnamî rû da bû. Herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest da bûn. Ji ber vê erdheja beriya sê salan, bi hezaran mirovên li nêzî peravê dijiyan, ji cih û warên xwe bûbûn.