NY wê sûcên şer ên li Sûriyeyê bi 'tîmeke taybet' lêkolîn bike

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryar da, ji bo lêkolînkirina sûcên şer û binpêkirinên mafên mirovan ên li Sûriyeyê di 6 salên şerê navxweyî de rû dane, tîmeke taybet amade bike.

Pêşnûmeya li ser mijarê ji aliyê Lîechtensteîn ve pêşkêşî Civata Giştî ya NY hate kirin û 105 welatan dengê 'erê', 15 welatan jî dengê 'na' b ikar anîn. 52 welat jî bê alî man. Welatên mîna DYA, Fransa, Elmanya, Brîtanya Mezin piştgirî dan pêşnûmeyê, yên mîna Rûsya, Çîn û Îran jî li dij derketin.

Ev 'tîma taybet' a hat qebûlkirin, wê li ser sûcên şer û binpêkirina mafên mirovan li Sûriyeyê agahiyan bide hev û delîlan analîz bike. Ev tîma NY wê di heman demê de ji bo dozên gengaz ên li dadgehên neteweyî, herêmî û navneteweyî dosyayan amade bike.

Sefîrê Bilind ê Lîechtensteîn ê li NY Chrîstîan Wenaweser rexne li Neteweyên Yekbûyî kir, ku demeke dirêj li pêşberî sûcên li Sûriyeyê hatin kirin, bêdeng ma. 

Sefîrê Bilind ê Sûriyeyê yê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî jî îdîa kir, ku NY bi vê pêşnûmeya hatiye qebûlkirin re dest li karên naxweyî yê welatê wan werdide.