Li Nîjeryayê 1900 sivîl hatin rizgarkirin, 600 çete hatin girtin

Di operasyonên artêşa Nîjeryayê de, ku li dijî çeteyên Boko Haram hatin lidarxistin, bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin, bi sedan çete jî bi saxî hatin girtin.

Li ser navê artêşê General Leo Îrabor daxuyanî da û diyar kir, Li Daristanên Sambîsa yên li eyaleta Bornoyê, di operasyonên 14-21'ê Kanûnê de 1880 sivîl hatine rizgarkirin. Îrabor da zanîn, di van operasyonan de bi qasî 600 çeteyên Boko Haram hatine zevtkirin.

Îrabor anî ziman, di operasyonan de 563 terorîst hatine girtin û 19 jî teslîmî yekîneyên artêşê bûne. General da xuyakirin, ku di operasyonan de 37 çeteyên biyanî jî hatine girtin.

Daristanên Sambîsa qadeke ji 1300 kîlometreçargoşeyî ye û tê gotin, ev der yek ji cihên girîng ên baregehên çeteyan e.

Li Nîjeryayê, ji sala 2009'an û vir ve şerekî giran li dijî çeteyên Boko Haram tê kirin. Di vî şerî de zêdeyî 20 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, 2,6 mîlyon mirov jî ji cih û warên xwe bûne. Li gorî hikûmeta nîjeryayê, bi saya operasyonên leşkerî yên bi hevkariya welatên cîran tên meşandin, bandora çeteyan gelekî qels bûye.