Li gor tûra yekem di tûra duyemîn a pêşhişbijartinê de jimara beşdarbûna hê zêdetir be jî, li gorî encamên vekirina ji sedî 60’ê sindoqan, Benoît Hamon ê nûnertiya bereya çep a Partiya Sosyalîst (PS) dike li dijî Serokwezîrê berê Manûel Valls serkeftin bi dest xist.
Benoît Hamon, ji hilbijartina dengên 1,1 milyonê, ji sedî 58,65 dengan bi dest xist, Vallîs ê ku 5 sal in nûnertiya polîtîkayên Hollende dike ji sedî 41,35 dengan bi dest xist.
Li gel bidestxistina Benoît Hamon a pêş hilbijartinê re, erkekî giran li pêşiyê ye ku hemû hilbijêrên çepgiran bîne gel hev. Ji ber namzetiya hilbijartina Serokkomariyê ya ku wê di meha nîsanê de, di navbera Jean-Lûc Melenchon ê ku partiyê çep ên mûxalîf û komînîst piştgirî dike û Emmanûel Macron ê ku hê bêhtir polîtîkayên lîberal diparêze de pêk were, rê li ber dabeşiyeke cidî vedike.