Li Îtalyayê qezaya helîkopterê: 6 kes mirin

Li herêma Abrûzzo ya Îtalayê helîkopterek ket. Di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li herêma ku zêde bi deprem û hefteya buhrî aşûtê kete rojevê, helîkoptera ku ber bi qada xişîtankê ya bi navê Campi Felice ve diçû kete xwarê. Hat diyarkirin ku helîkopter ji bo rakirina birîndarekî li Campo Felice bi 6 erkdaran ve bilind bûye.

Ji bajarê L'Aqûîlayê agahî ji helîkopterê qût bûye, li gorî şahîdên cihê ku helîkopter lê ketiye xwarê, dengê teqînek mezin hatiye bihîstin.

Hefteya buhrî jî li herêma Abrûzzoyê li cihê çiyayî otela Rigopiano di bin aşûtê de mabû. Piştî karesatê cenazeyê 15 kesan hat dîtin hêjî cenazeyê 14 kesan di bin xirbeyê de maye.