Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ku nêzî Dozgeriya Dij-Teror a Parîsê, Li dijî kesên ku alîkarî dane Muhammed Boûhel ê ku bi kamyonê êrîşî pîrozbahiya 14’ê Tîrmehê kir û 86 kes qetilkir, operasyona li dar xistine.
Hat destnîşankirin ku ji kesên ku hatine binçavkirin 10 ji wan li bajarê Nîce 1 jî li bajarê Nantesê dijiya, hat diyarkirin ku van kesan alîkariya lojîstîk dane Boûhlel.
Li gorî agahiyên ku têpayîn ji tîmên lêpirsînê birêve dibin, ev kes ‘Ji bo ku qetlîam pêk were’ alîkarî dane Boûhlel.
Muhammed Bouhlel welatiyê Tunusê ye, 14’ê Tîrmehê, di dema pîrozbahiyê Şoreşa Fransayê de li bajarê Nîce qetlîam pêk anîbû, bi giştî 86 kesa jiyana xwe dest dabûn, zêdeyî 300 kesî jî birîndarbibûn.
14’ê Tîrmehê di dema pîrozbahiya Şoreşa Fransayê de bi kamyonê êrîşî bi hezaran welatiyên ku li xeta peravê ya bi navê Promenade des Anglaîs a bajarê Nîce kir. Di vê êrîşê de 86 kesan jiyana xwe ji dest da, ji 300’an zêdetir jî birîndar bûn.