Li Elmanyayê 36 hezar penaberî li dijî 'parastina demkî' doz vekirin

Li Elmanyayê, hejmara penaberên li dijî mafê 'mayîna ji bo demekê' li dadgehên îdareyê doz vekirine gihîşt 36 hezarî.

Ji gelek penaberan re bi taybetî ji yên ji Sûriyeyê hatine re, di statuya 'parastina demkî' de ji bo salekê mafê rûniştinê tê dayîn. Her wiha ji bo penaber karibe malbatên xwe bînin Elmanyayê neçar in herî kêm 2 salan li Elmanyayê be.

Jİ ber vê pêkanîna hikûmeta CDU-SPD, li gelek bajaran serlêdana îtirazê li Dadgehên Îdareyê hate kirin. Li gelemperiya welêt 36 hezar kesî di vî warî de serlêdan kirine. 21 hezar ji van, penaberên ji Sûriyeyê ne ku mafê 'parastina demkî' ji wan re hatiye dayîn.

Par bi qasî 900 hezar penaber hatibûn Elmanyayê û beşeke girîng a ji van penaberan îsal serlêdana ji bo mafê penaberiyê kiribûn. Li Elmanyayê di sala 2014'an de 202 hezar serlêdanên penaberiyê hate kirin. Di sala 2015'an de 476 hezar, îsal jî di nava 11 mehên destpêkê de 723 hezar serlêdan hatin kirin.