Berdêla nelirêtiya li Brezîlyayê wê ji gel bê girtin

Li Brezîlyayê, ku piştî Dîlma Roûsseff ji wezîfeyê hat kirin hêzên rastgir bûn desthilatdar, wê berdêla nelirêtiya hatiye kirin ji mîlyonan mirovî were girtin.

Li gorî pêşnûmeya li Senatoya Brezîlyayê hate qebûlkirin, dewletê lêçûnên xwe yên 20 salên pêş ên budçeyê sekinand. Bi vê pêşnûmeyê re, ku ji aliyê Serokdewlet Mîchel Temer û hikûmetê ve hate pêşkêşkirin, lêçûnên budçeyê wê li gorî rêjeya enflasyonê zêde nebin.

Di lêçûnên perwerde û tenduristiyê de jî, ku hikûmetên çep berê bi taybetî li ser disekinîn, wê heman pîvan derbasdar be.

Dema li Senatoyê rûniştina duyemîn li ser vê pêşnûmeyê dihate kirin, gelek kesî xwepêşandanên protestoyî lidar xistin.

Mîchel Temer, ku ji ber skandalên nelirêtiyê desteka gelê Brezîlyayê ya ji bo wî daket ji sedî 10'an, li şûna Dîlma Roûsseff hatibû wezîfedarkirin. Roûsseff a sosyalîst ji aliyê Senatoyê ve ji wezîfeyê hatibû kirin.

Li gorî anketeke dawî, ji sedî 60 ê gelê Brezîlyayê li dijî vê pêşnûmeya li ser budçeya dewletê derdikeve. Mîchel îdîa dike ku ev pêşnûmeya budçeyê, ji bo 'welat îflas neke' pêwîstiyek e.