Lêkolîn: Rojavayî hejmara Misilmanên li welatê xwe gelekî zêde dihesibînin

Li gorî lêkolîna şîrketa Îpsosê, ku li 40 welatên rojavayî kir, beşeke mezin a rojavayiyan têkildarî Misilmanên li welatên xwe, xwedî agahiyên şaş û nepixandî ne.

Ji bo propaganda 'xeteriya Îslambûnê' ya ku partiyên dijminê biyaniyan timî bi kar tîne baştir were fêhmkirin, ev lêkolîn hate kirin. Di encama lêkolînê de derket holê, ku di navbera hejmara rastî ya Misilmanên li van welatan û hejmara ku tê texmînkirin, cudahiyeke gelekî mezin heye.

Li gorî lêkolînê, hejmara Misilmanên li Elmanyayê ji sedî 5 ê temamiya nifûsê ye. Lê li gorî texmînan ev rêje ji sedî 21 e. Yanî texmînên tên kirin bi 4 qatan ji rastiyê zêdetir in. Heman şaşitî li Fransayê jî tê kirin. Ji Fransiyan heye ku rêjeya Misilmanên li welatê wan ji sedî 31 e. Halbûkî ev rêje ji sedî 7,5 e.

Yek ji welatên ku rêjeya Misilmanên lê tê nepixandin Îtalya ye. Li Îtalyayê rêjeya Misilmanan ji sedî 3,7 ê nifûsa giştÎ ye. Lê li gorî texmîna beşdarên lêkolînê, ev rêje ji sedî 20 e.