Li Kolombiyayê destûra ji bo lezandina hevpeymana aştiyê

Dadgeha Destûra Bingehîn a Kolombiyayê, lezandina hevpeymana aştiyê ya mabeyna tevgera gerîla FARC’ê û hikûmetê erê kir.

Dadgehê ji bo lezandina sepanînê di lehê mekanîzmaya taybet de deng bi kar anî. Hevpeyman, roja 30’ê Mijdarê ji hêla parlamenteran hatibû pejirandin.

Wisa jî mimkûn bû ku bi awayekî hê leztir bibe yasa. Wê kongre karibe di nav 6 mehan de vê hevpeymanê bixe meriyetê.

Serokê Senatoyê Maurîcîo Lîzcano, got wê bi yasaya efûyê ya ji bo gerîlayan dest pê bikin. Lîzcano diyar kir ku wê ev yasa roja Çarşemê bê pêşkêşkirin.

Wê projeyên din ên yasayan jî ji hêla hikûmetê bi awayekî lezûbez bê ber parlamenteran. Ev bi taybet jî ji bo gerîlayan rewşên mîna tevlîbûna jiyana siyasî û têkoşîna li dijî hêzên paramîlîter di nav xwe de dihewînin.

Hevpeyamana aştiyê mabeyna Serokkomar Juan Manuel Santos û lîderê gerîla Rodrigo Londono hatibû îmzekirin.

Ji bo hevpeymana 300 rûpelî domahiya 4 salan muzakere hebûn. Ev hevpeymana herî girîng a di dîroka welêt de, dawî li şerê nîv sedsalê tîne. Destpêkê hevpeyman 2’ê Cotmehê pêşkêşî referandûmê hatibû kirin, lê hat redkirin.

Di şerê Kolombiya de ku bi dehan sal in didome, herî kêm 260 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, 60 hezar kes winda bûn û 6,9 mîlyon kes jî neçarî koçberiyê hatibûn hiştin.